Önder Beyter
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ASTANA
Civîna 9emîn a ku mijara wê Sûriye ye, li Astanaya paytextê Kazakistanê dewam dike.
Li gorî agahiya ku ji beşdarên civînê hat wergirtin, heyeta mixalefetê danê sibê zû gihîşt Astanayê.
Di heyeta bin serokatiya Serokwezîrê berê yê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê Ehmet Tûma da 24 kesên ku nûnertiya tevahiya welat dikin, hene.
Çavkaniyên mixalefetê ji peyamnêrê AAyê ra ew yek eşkere kirin ku di civînê da rojeva wan, şixulandina dosyeya kesên ku aqûbeta wan nayê zanîn e. Heman çavkaniyan herwiha diyar kirin ku di rojeva wan da mijara parastina 4 milyon Sûriyeyiyên li Îdliba ku Tirkiyeyê lê xalên çavdêriyê damezirandin jî heye.
Heyeta Tirkiyeyê ya di bin serokatiya Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva Sedat Onal da li gorî dema Tirkiyeyê di saet 07.30î da bi heyeta mixalefetê ra dest bi hevdîtinê kir.
Piştî hevdîtinê, di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê da civîna sêalî ya garantoran wê were lidarxistin.
Herwiha li bendê ne ku nîvro civîna sereke ya ku hemû alî wê beşdar bibin û danezan wê were xwendin, were lidarxistin.
Di hevdîtinan da Neteweyên Yekbûyî bi rêya heyeta di bin serokatiya Nûnerê Taybet ê Mijara Sûriyeyê Staffan de Mistura da wekî çavdêr beşdariya civînê dike.