Haydar Şahin
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
NEW YORK
Li New Yorkê li dijî dagirkirina erdên Filistînê, bûyerên tundiyê yên li Xezeyê û balyozxaneya Amerîkayê barkirina Qudsê çalakiya protestoyê hat lidarxistin.
Çalakvanên ji civaka Ereban û Filistînê li New Yorkê Kom bûn li dijî dagirkirina erdên Filistînê, balyozxaneya Amerîkayê barkirina Qudsê û bi destê leşkerên Îsraîlê bi karanîna fîşengên rastî û li Xeta Xezeyê şehîdkirina ji 50yî zêdetir welatiyên Filistînê protesto kirin.
Çalakvanan pankartên li ser "Filistînê ji dagiriya nijadperestiyê xilas bikin", "Quds paytextê Filistînê ye" û "Meşa Vegera Mezin" hatibûn nivîsandin dan destê xwe û Îsraîl protesto kirin.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 6ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike û ew ê balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin. Merasima vekirina balyozxaneya teze do hatibû lidarxistin.
Welatiyên Filistînê li nêzî sînorê Xezeyê konên xwe danîn, ji bo biryara Amerîkayê û Nekbeya (Felaketa Mezin) salvegera avakirina Îsrîalê ya 70yî protesto bikin çalakiyên bi navê "meşa bi milyonan" li dar dixin. Di çalakiyên duh da 59 welatiyên Filistînê hatin şehîdkirin.