Ekip
10 Sibat 2024•Rojanekirin: 21 Sibat 2024
Dayikeke ku li Xezeya dagirkirî dijî ji bo aşkirina pitikê xwe mecûna xurmeyan didê.
Li Xezeya ku êrîşên Îsraîlê ev 4 meh in dewam dikin, qeyrana mirovî roj bi roj mezintir dibe. Li gel gelek astengiyên li herêmê diqewimin, êdî gihîştina ava paqij û xwarinê jî gelekî zehmet bûye. Dayika Xezeyî Werda Ehmed Meter tenê yek ji bi hezaran dayikan e û dema şer dest pê kir ducanî bû û di nav şert û mercên şer da welidî.
Dayika Xezeyî Meterê diyar kir ku dema şer dest pê kir ji Wargeha Penaberan a Cîbaliyeyê ya ku lê diman, koçî herêmên ewle kirin û got, "Dema ez welidîm şert û merc pir xerab bûn, hêzên Îsraîlî li herêmê bûn, li nexweşxaneya ku ez çûmê li odeya welidînê tenê doktorekî kar dikir û gelek nexweş jî hebûn."
Dayika Xezeyê anî ziman ku doktor nedikarî xwe bigihîne her kesî û wê tenê demeke pir kin karî li nexweşxaneyê bimîne û got, "Piştî zarokê min çêbû, bi 5-10 deqîqeyan şûnda ji min hat xwestin ku derkevim. Ji ber ku gelek nexweş hebûn. Berê em rojekê tevî li nexweşxaneyê diman û me bêhna xwe vedida, lê niha zaroka min çêbû û ji ber ku bi dehan jinên ji bo welidînê hatibûn nexweşxaneyê hebûn di 15 deqîqeyan da derketim derva."
Meterê her wiha got, "Niha pirsgirêka me ya kêmbûna xwarinê heye, xwarin pir biha ye û zebze jî biha ne. Şîrê min pir hindik e, ji bo ku ez kurê aş bikim, min mecûna xurmeyê amade kir. Xwarin tune, şîr tune, em hemû di heman rewşê da ne, her kes li Xezeyê ji ber kêmbûna xurekê birçî ye."