Muhammet Nazım Taşcı
10 Sibat 2024•Rojanekirin: 13 Sibat 2024
Li herêma Wezîristana Bakur a Pakistanê di xwepêşandanên ku bi sedema dereng ragihandina encamên hilbijartinê tên lidarxistin da 3 polês hatin kuştin, serekê Partiya Tevgera Demokratîk a Neteweyî Muhsîn Dawer birîndar bû.
Li gorî nûçeya televîzyona Geo News, Dawer û alîgirên wî li bajarê Mîranşahê yê Bakurê Wezîristanê ji bo protestokirina dereng ragihandina encamên hilbijartinê li hev civiyan.
Di pevçûna dema protestoyê da 3 polêsan canê xwe ji dest da û serekê NDMê Dawer jî bi çekê birîndar bû.
Di xwepêşandana ku duh li parêzgeha Xeyber Pextunxwayê bi mebesta protestokirina encamên hilbijartinê hatibûn lidarxistin da 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bûbûn.
Dengdana ji bo hilbijartina Meclisa Neteweyî ya Pakistanê û meclisên parêzgehan ku dê 5 salan li welêt wek meclisê kar bikin, li gorî dema herêmî 8ê Sibatê di saet 08:00an da dest pê kiribû û di saet 17:00an da bi dawî bibû.