Önder Beyter
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
STOCKHOLM
Der heqê aktîvîsta Swedî Elin Ersson ku li bajarê Goteborgê, dersînorkirina koçberê Efxan protesto kir da lêpirsîn dan destpêkirin.
Li ser malpera Dozgeriya Goteborgê bi sernavê "Bi gumana pêpeskirina rêziknameya asîmangeriyê lêpirsîn" daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku roja duşemê rêwiyekê xwe da ber Efxanekî 52 salî û dersînorkirina demkî ya wî da sekinandin. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çalakiya navborî da pêpeskirina rêziknameya asîmangeriyê heye û lewma jî lêpirsîn hat destpêkirin.
Herwiha hat diyarkirin, ji ber ku hê zû ye û ji ber rêgeza veşartîbûnê ew ê hûrgiliyên lêpirsînê parve nekin.