Cemil Murat Budak
08 Tebax 2022•Rojanekirin: 09 Tebax 2022
Di çarçoveya lihevkirina sewqkirina dexl û dan a bi koordînetiya Tirkiyeyê bo çareserkirina qeyrana xurekê ya kurewî ket rewacê da di nav hefteyekê da 10 keştî bi 305 hezar û 458 ton dexl û dan va ji bendergehên Ukraynayê derketin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir 22yê Tîrmehê di bin hîmayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da "Belgeya Teşebûsa ji Bêndergehên Ukraynayê Bi Awayekî Ewledar Sewqkirina Madeyên Xurek û Dexlê" hatibû îmzekirin.
Di çarçoveya belgeyê da di 27ê Tîrmehê da jî Navenda Koordînasyona Mişterek (NKM) ji alî Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar va hatibû vekirin.
Di çarçoveya lihevkirinê da keştiyên ji bendergehên Ukraynayê bi barê dexl û dan derdikevin rê dema tên ber Tengava Stenbolê li ciyê ji wan ra hatiye cihêkirin lenger diavêjin û ji alî NKMê va tên kontrolkirin û paşê jî berê xwe didin bengergeha ku wê biçinê.
- Keştiya ewil di 1ê Tebaxê da ji Ukraynayê derket
Di çarçoveya sewqiyata heta niha hat kirin da 4 keştiyên 170 hezar û 458 ton gilgil barkirî tê payîn ku bigihîjin bendergehên Tirkiyeyê û ji wan keştiyan ya bi navê "Polarnet"ê îro gihîşt Derînceya li ser Kocaeliyê û tê da 12 ton gilgil heye.
6 keştiyên derketibûn rê jî ber bi Îtalya, Çîn, Îrlanda, Îngiltere û Libnanê va çûn.
Keştiya ewil a bi navê "Razonî" ku alaya Sîerra Leoneyê pê va bû û 27 ton gilgil tê da bû di 1ê Tebaxê da ji bendergeha Odessaya Ukraynayê derket û çû Libnanê.
Keştiya bi navê "Navi-Star"ê bi alaya Panamayê va ji Ukraynayê bi rê ket ku here Îrlandayê. Tê da 33 hezar ton garis heye. Keştiya bi navê "Rojen"ê jî bi alaya Maltayê va di 5ê tebaxê da ji Lîmana Çornomorskê bi rê ket ku here Îngiltereyê. Di vê keştiyê da jî 13 hezar ton garis heye.
- Keştiya vala ya ewil di 7ê tebaxê da gihîşt lîmana Ukraynayê
Ji aliyê din va keştiya vala a bi navê "Fulmar S"yê bi bandiraya Barbadosê di 5ê tebaxê da ji Lîmana Bandirmayê bi rê ket û di 7ê tebaxê da gihîşt Lîmana Çornomorskê ya Odessaya herêma Ukraynayê. "Fulmar S" ji bo ku bar lê were barkirin bû keştiya ewil a ku hat lîmana Ukraynayê.
Keştiya vala a bi navê "Osprey S"yê jî bi bandiraya Lîberyayê duh li Stenbolê piştî kontrolan seba barkirina dexl û den bi rê ket ku here Lîmana Çornomorskê.
Di çarçoveya sewqkirina dexl û den da di 7ê tebaxê da ji Lîmana Çornomorskê keştiya bi navê "Mustafa Necatî" bi 6 hezar ton barê xwe yê rûnê gulberojkan va bi rê ket ku here Îtalyayê, keştiya bi navê "Star Helena"yê bi 45 hezar ton kuspeya gulberojkan va bi rê ket ku here Çînê, keştiya bi navê "Glory"ê jî bi 66 hezar ton barê xwe yê garis va bi rê ket ku were Stenbolê.
Heman rojê keştiya bi navê "Riva Wind"ê bi 44 hezar ton barê xwe yê garis va ji Lîmana Odessayê bi rê ket ku here Îskenderûnê.
Keştiya bi navê "Sacura"yê bi 11 hezar ton barê xwe yê soya va ji Lîmana Yuzniyê bi rê ket ku here Îtalyayê, keştiya bi navê "Arîzona"yê bi 48 hezar û 458 ton barê xwe yê garis va îro ji Lîmana Çornomorskê bi rê ket ku here Îskenderunê.
Ji bo çareserkirina krîza xidayê ya kurewî di kordînasyona Tirkiyeyê da dexl û den tê sewqkirin. Di çarçoveya mitabaqatê ya sewqkirina dexl û den da heta niha 305 hezar û 458 ton dexl û den bi 10 keştiyên bazirganî va ji lîmanên Ukraynayê di nava ewlehiyê da hatin sewqkirin.