Emre Aytekin
08 Tebax 2022•Rojanekirin: 10 Tebax 2022
Piştî ku Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê hefteya çûyî Tayvan ziyaret kir, Çînê li derdora giravê tetbîqatên eskerî da destpêkirin. Her çend dema tetbîqatê tije bûbe jî Çînê ragihand ku tetbîqat îro jî dewam dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Eniya Rojhilatê ya Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PLA) hat dayîn, tetbîqatên ku li peravên derdora Girava Tayvanê tên kirin, wê zêdetir li ser "binbehr-şikên û êrîşên ku ji esman va tînin ser keştiyê" bisekinin.
Di daxuyaniyê da nehat gotin bê ka tetbîqat wê kîngê bi dawî bibin.
Çînê berî niha daxuyandibû ku tetbîqat li 6 herêman tên kirin û wê di navbera 4-7ê tebaxê da werin kirin.
Wezareta Parastinê ya Tayvanê piştî daxuyaniya Çînê diyar kir ku wê li gor saeta herêmî di 15.00î da (LST 10.00) daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Dirêjbûna tetbîqatên Pekînê nîşan dide ku li herêmê rageşî wê zêdetir bibe.
- Ziyareta Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê
Pelosî bi heyeta Kongreyê va hefteya çûyî girav ziyaret kir. Ji ber ku Pekîn giravê wekî perçeyek ji axa xwe dibîne, bertek nîşanî vê ziyaretê dabû. Wezareta Karên Derva ya Çînê ev ziyaret şermezar kiribû. Wezareta Parastinê jî daxuyandibû ku ew ê li derdora giravê tetbîqatan bikin.