Fatih Gazioğlu
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
NEW YORK
Hejmara kesên di şewata Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê da mirin gihîşte 81an.
Di şewata ku li bakurê Calîfornîayê 8ê cotmehê derket da 12 hezarî zêdetir avahî xirab bûn.
Rayedaran diyar kir ku xebatên herî dawîn de cesedê 2 kesên din jî hatin dîtin û bi wan va tevahî 81 kes di şewata Calîfornîayê da mirin.

Li gor agahiyan ji 700î zêdetir kesan jî hê tu xeber nehatine hildan.
Di şewata de 61 hezar û 107 hektar erd jî zirar dît.
Ji aliyê din li herêmê barana gur dest pê kir. Kesên ku xaniyên wan şewîtibûn vê dorê jî ji ber baranê mexdûr bûn.