Elif Orhan
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşa xwekujiyê ya li merasima Qendîla Mewludê de 50 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wehîd Mecruh daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li merasima Qendîla Mewludê ya ku li hêwana dawetê ya Oranusê ya li ser rêya Balafirgeha Kabulê dihat kirin êrîşa xwekujiyê hat kirin û di êrîşê de 50 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn.
Mecruh diyar kir ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Wezareta Karên Nevxweyî eşkere kir ku êrîşkar di bernameya Qendîla Mewludê ya ku gelek alim beşdar bibûn de mekanîzmaya bombeyê ya lis er xwe teqand.
Berdevkê Serokomariya Efxanistanê Harûn Çahansurî eşkere kir ku Serokomar Eşref Xanî êrîş şermezar dike û ji bo sibê şîna neteweyî îlan kir.
Hat ragihandin ku di dema êrîşê de li hêwanê hezar kes hebûne û camên hêwanê şikestin.
Hêj tu kesî berpisyariya êrîşê hilneda ser xwe. Talîbanê eşkere kir ku têkiliya wan bi êrîşê re tune.