Haydar Şahin
21 Îlon 2022•Rojanekirin: 22 Îlon 2022
Li Îranê piştî ku Mehsa Emîniya 22 salî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hat binçavkirin û paşê mir li gelek bajaran xwepêşandanan dest pê kiribû ku li eyaleta Kirmanşahê bi kuştina 2 kesan û li Şîrazê jî kuştina polêsekê va hejmara miriyan bû 6.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê, Serdozgerê Kirmanşahê Şehram Keremî eşkere kir ku di xwepêşandanên li eyaletê da duh şev malên dewletê hatin tehrîbkirin.
Keremî daxuyand di xwepêşandanan da duh 2 kes hatibûn kuştin û wiha dewam kir: "Lêkolîn nîşan didin ku ev teqez ji hêla serlêderan va hatine kuştin, lewra ew bi çekên ne di destê hêzên ewlehiyê da ne va hatine kuştin."
Keremî got polês jî di nav da 25 kes jî birîndar bûn.
- Li Şîrazê polêsekî dildar hat kuştin
Li gor nûçeya malpera Hemşehri Onlineê Qaymeqamê Şîrazê Lutfullah Şeybanî jî daxuyand di xwepêşandanan da polêsekî dildar hat kuştin.
Şeybanî got di pevçûnan da 4 pols birîndar bûn, 15 xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.
- Li Tehranê xwepêşandanan dîsa dest pê kir
Li paytext Tehranê xwepêşandanên ku duh heta şev dereng li dora Pireya Hafiz û Kolana Welîesrê dewam kiribûn, nîvro dîsa dest pê kir.
Xwepêşandêr li kolanan dijî rêvebiriya Tehranê dirûşmeyan berz dikin, polês midaxaleya wan dikin.
Di nûçeyan da tê gotin ku li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha El Zehrayê jî xwepêşandanan dest pê kiriye.
Waliyê Tehranê Muhsîn Mensurî li ser Twîtterê wiha daxuyand: "Di bûyerên Tehranê da bi eşkere şopa beşên îstixbaratê û hin balyozxaneyan tê dîtin. Li Tehranê 3 welatiyên welatên din hatin binçavkirin."
- Hin xwepêşandêran şalpeyên xwe şewitandin
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin belavkirin da hat dîtin ku li hin bajaran hin xwepêşandêran şalpeyên xwe şewitandin û bertek nîşanî rêgeza sergirtinê dan.
Li Sariya navenda eyaleta Mazenderanê hin xwepêşandêran wêneyên serokê şoreşê Ruhullah Humeynî û serokê Îranê Elî Xamaney ji dîwarên saziyên dewletê berjêr kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Nasir Kenanî daxuyaniyên Amerîka, welatên din û Yekîtiya Ewropayê wek ku ew têkilî karên Îranê yên navxweyî dibin nirxand û got ew van daxuyaniyan şermezar dikin.
- Xwepêşandan didomin
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Waliyê Eyaleta Kurdistanê Îsmaîl Zareîkuşa daxuyandibû ku di xwepêşandanan da 6 kes hatin kuştin, lê ew ne bi destê hêzên ewlehiyê bi destê provokatoran hatine kuştin.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû. Heta niha di xwepêşandanan da 6 kes hatin kuştin.