Muhammed Semiz
09 Adar 2026•Rojanekirin: 09 Adar 2026
Behreynê ragihand, di êrîşa Îranê ya bi dronê da hejmara kesên birîndar bûn, 4 jê giran derket 32yan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Behreynê da hat diyarkirin, hejmara kesên ku di êrîşa Îranê ya bi dronê ya dijî bajarê Sîtreyê da birîndar bûn, zêde bû.
Hat destnîşankirin ku hejmara kesên ku di êrîşê da birîndar bûn, 4 jê giran derket 32yan.
Wezareta Karên Navxweyî ya Behreynê ragihandibû, di êrîşa bi dronê ya dijî Sîtreyê da yek jê giran hin welatî birîndar bûn û her wiha ziyan jî gihîşt gelek malan.