Burak Dağ,Faruk Hanedar
09 Adar 2026•Rojanekirin: 10 Adar 2026
TEL AVÎV (AA) - Piştî ku Mucteba Xamaney wekî serokê nû yê welêt hat hilbijartin, Îranê li ser hev di sê caran da êrîşên bersivdayînê birin ser Îsraîlê.
Di êrîşa ewil da aliyê bakurê welêt kirin hedef, êrîşeke din jî birin ser Tel Avîv û naverasta Îsraîlê.
Îranê di êrîşa bersivdayînê da moşekên pirserî bi kar anîn.
Ji ber bersivdayîna Îranê li piraniya welêt sîrenan lêxist û bi milyonan Îsraîlî revîn sitargehan.
Li esmanê paytext Tel Avîv û Qudisê dengê teqîqên mezin hatin bihîstin.
Li gor nûçeya rojnameya Yedioth Ahronotê, perçeyên şarapnelan li bajarên Lod û Rishon Lezionê yên li naverasta welêt ketin û xesar çêbû.
Magen David Adoma (Stêrka Gevez a Dawud) serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê daxuyand ku li gor daneyên ewilîn jineke 40 salî bi şarapnelê birîndar bû.
Têlevîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşên bersivdayînê da moşek li hin qadên vala yên bakurê welêt ketin.