Abdullah Tel
06 Sibat 2020•Rojanekirin: 06 Sibat 2020
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya di qada navneteweyî da xwedî rayeya meşrû tê hesibandin ragihand ku ji ber roketeke li herêma başûrê Trablûsê ket sivîlek mir û 2 sivîl jî birîndar bûn.
Şêwirmendê Çapemeniyê ya Wezareta Tenduristiyê Emîn el-Haşimî daxuyanî weşand û ragihand ku milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt in bi roketê êrîşî herêma El-Hadba el-Bedrî ya başûrê paytext dikeve kirin û dîsa sivîl ji xwe ra hedef hilbijartin.
Hat gotin ku di êrîşê da sivîlekî can da û 2 sivîl jî birîndar bûn. Di êrîşên Hefter ên li Trablûsê ku nav hefteyek qewimîn da 6 jê zarok herî kêm 10 sivîl hatin kuştin.