Önder Beyter
06 Sibat 2020•Rojanekirin: 06 Sibat 2020
Rejima Beşar Esed îdia kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li paytext Şamê êrîşî hin ciyan kirin.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a rejimê SANAyê da hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê derengiya şevê li paytext Şamê êrîşî 4 ciyan kirin.
Di nûçeyê da her wiha hat destnîşankirin ku balafirên şer ji Girên Golanê û başûrê Libnanê êrîş pêk anîn û herêmên Kîswa, Merç Siltan, Cîsr Bexda û Îzrayê kirin hedef.
Her wiha di nûçeyê da ew yek jî hat îdiakirin ku pergalên parastina asîmanî yên rejimê gelek fuze jî dan sekinandin.
Meqamên Îsraîlê jî li ser mijarê daxuyanî nedan.
Îsraîl ji sala 2011an ku şerê navxweyî dest pê kir û vir va carinan êrîşî rejimê û binkeyên eskerî yên komên ku Îran piştê ye dike.