Önder Beyter
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
HEWLÊR
Konsolosê Filistînê li Hewlêrê Nazmî Hizûrî behsa piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo Filistînê kir û wiha got, "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirk ê dost, piştevanên mafên rewa yên gelê Filistînê ne."
Hizûriyê ku daxuyanî da peyamnêrê AAyê, li ser doza Filistînê, piştevaniya Tirkiyeyê û peywendiyên Iraqê yên ligel Îsraîlê axivî.
Hizûrî bal kişand ser piştevaniya ku Tirkiye di platforma navneteweyî da dide gelê Filistînê û wiha got, "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirk ê dost, piştevanên mafên rewa yên gelê Filistînê ne."
Hizûrî pesnê helwesta Tirkiyeyê ya di mijara ji aliyê Amerîkayê va naskirina Qudsê wekî paytextê Îsraîlê û veguhestina balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bo Qudsê da, da û têkoşîna Siltan Ebdulhemîdê 2yemîn a di mijara Filistînê da da bibîrxistin.
Hizûrî ji bo îdiayên ku ji Iraqê hin heyet sala derbasbûyî Îsraîl ziyaret kirin, wiha got:
"Ev mijar li meclisa Iraqê hat nîqaşkirin û lêkolîn li ser tê kirin. Em bi wê yekê beled in, tu peywireke fermî ya heyetên ku çûn (Îsraîlê) tuneye. Di çapemeniyê da behsa navê hin kesan dikin lêbelê mijar bi awayekî fermî diyar nîne."
Hizirû qala îdiayên li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îsraîlê jî kir û wiha xeberda, "Bi awayekî fermî peywendî tuneye lê carinan çapemenî li ser vê yekê xeber dide. Di salên 1960î da di warê tenduristiyê da peywendî hebûn lê kêm bûn. Asayîbûna peywendiyan (digel Îsraîlê) divê ne di çarçoveya meseleya Filistînê da bibe. Ji ber ku meseleya Filistînê, çawa ku meseleya Ereb, Îslam û Xirîstiyanan e herwisa meseleya heq û mirovahiyê ye."
Hizûrî bal kişand ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo meseleya Filistînê û gelê wê, tam e û herwiha Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide dewleta Filistînê ya serbixwe ku Quds paytextê wê ye.
Hizûrî got ku Îsraîl bi sepanên xwe yên rojane ve pêvajoya aştiyê sabote dike û wiha got, "Bi kuştin û terorê va aştî naedile. Herwisa Filistîn dê vebijêrkeke ku beramberiya wê ax e, qebûl neke."