Fatih Gazioğlu
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
PARÎS
Li Parîsa paytexta Fransayê di awahiyekê da şewat derket. Di şewatê da 10 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê derketin de, şewat duh şev li herêma 16emîn di awahiyekê da derket.
Di şewatê da 10 kes mirin û 6ê wan endamên îtfaiyê bi tevahî 30 kes jî birîndar bûn.
Şewat bi xebateke qasî 6 saetan dewam kir hat temirandin. Sedema şewatê hê nayê zanîn.
Serdozgeriya Parîsê daxuyand ku li ser bûyerê kesek hatiye binçavkirin.
Ji ber şewatê 2 avahiyên li derûdorê herêmê hatin valakirin.