Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
17 Adar 2024•Rojanekirin: 18 Adar 2024
Hat îdiakirin, Îsraîlê li dijî herêma Kalamonê ya li bakurê paytextê Sûriyeyê Şamê êrîş pêk anî.
Hesabên medyaya civakî yên nêzîkî rejima Sûriyeyê îdia kirin, balafirên şer ên Îsraîlê gelek cihên li herêma Kalamonê kirin armanc.
Der heqê êrîşa navborî da heta niha ji Îsraîl û rejima Sûriyeyê tu daxuyanî nehat dayîn.
Tê zanîn, li herêma Kalamonê komên nêzîkî Îranê hene.
Îsraîl ji sala 2011an a destpêka şerê navxweyî û vir va li Sûriyeyê car carî êrîşan dibe ser cihên eskerî yên artêşa Sûriyeyê û her wiha yên komên Îran li piştê ye.