Zana Natık Kerem
16 Adar 2024•Rojanekirin: 18 Adar 2024
Gelê Helebceya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo rêzgirtina li yada qurbaniyên karesata kîmyabarana bajarê xwe, li ber abîde û goristana qurbaniyan civiyan.
Danê sibehê weke hemî salan xizmên qurbaniyan û welatiyên li navenda Helebceyê û bajarok û gundên derdorê bi cilûbergên kevneşopî, bi baqên gulan û alayên Kurdistanê ber bi goristana bajêr va meşiyan.
Di merasima bibîranîna 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê ku saet 10.00an dest pê kir da tevî xizmên qurbaniyên karesatê û welatiyên bajêr, rayedarên HKIyê, nûner û konsolên welatan beşdar bûn û tacegul danîn ser gorên qurbaniyan.
Di merasimê da welatî, rayedar û nûnerên welatan cuda cuda serdana Abîdeya Helebceyê kirin.
Kîmyabarana Helebceyê roja 16ê adara 1988an ji aliyê rejima Beasê va hat kirin û di encamê da 5 hezar welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan kesên din jî birîndar bûn.
Ji bo bîranîna karesatê her sal li bajarê Helebceyê merasima bibîranînê tê lidarxistin.