Enes Canlı,Muhammed Semiz
08 Tebax 2022•Rojanekirin: 10 Tebax 2022
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der heqê zêdebûna kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê agahî da.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin ku di êrîşên ji 5ê Tebaxê vir va tên kirin da 15 jê zarok û 4 jî jin bi tevahî 43 kes hatine kuştin.
Hat gotin ku hejmara kesên birîndar bûn jî gihîş 311yî.
Artêşa Îsraîlê bi hinceta ku wê baregehên Cîhada Îslamî têxin hedef, di 5ê tebaxê da dijî Şirîta Xezeyê êrîş dabû destpêkirin.