Mehmet Nuri Uçar,Qais Omar Darwesh Omar
17 Hezîran 2022•Rojanekirin: 18 Hezîran 2022
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava avêtin ser bajarê Cenînê û di encamê da 3 Filistînî hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da wiha hat gotin, "Li bajarê Cenînê bi guleyên eskerên Îsraîlê 3 Filistînî şehîd bûn, 8 kes jî birîndar bûn."
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Filistînê, Filistîniyên hatin kuştin Bera Lehluh, Leys Ebu Surur û Yusuf Salah in.
Şahidên bûyerê diyar kirin, eskerên Îsraîlê avêtin ser bajarê Cenînê, wesayîteke 4 kes tê da bûn, dan ber guleyan.
Meqamên fermî yên Îsraîlê der heqê bûyerê da hê daxuyanî nedane.