Ekip
17 Hezîran 2022•Rojanekirin: 21 Hezîran 2022
Hat diyarkirin, rêxistina terorê PKKyê di navbera Şengala Mûsilê ya Iraqê û parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyeyê de tunel kola û ji tunelê ra ji xeynî terorîstan, çek, alavên eskerî û madeyên teqemeniyan derbas dike.
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Şengalê Xelef Xelîl û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Êzdiyên Iraqê û Berpirsê Hêzên Êzdîxanê Heyder Şeşo der heqê tunelên PKKyê yên li herêmê da û her wiha der heqê peywendiyên PKKyê yên bi Heşda Şabî da daxuyanî dan peyamnêrê AAyê.
Peywirdarê PDKyî Xelîl wiha got, "PKKyê di navbera geliyê herêma Bareyê ya nêzîkî Kampa Xanesora Şengalê û herêma Holê ya parêzgeha Hesekeya Sûriyeyê da tuneleke 12 kîlometreyî dirêj kola."
Xelîl diyar kir ku PKKyî bi hêsanî di vê tunelê da diçin û tên û her wiha çek, alavên eskerî û madeyên teqemeniyan derbas dikin.
Xelîl bal kişand ku tunel çend sal berê hat vekirin, wesayîtên neqliyeyê bi hêsanî dikarin tê ra derbas bibin û her wisa di kolana tunelê da 300 hezar bloqên beton hatin emilandin.
Peywirdarê PDKyî wiha dewam kir, "PKK li Şengalê xwe rêxistin dike û xwe amade dike ku gelek şervanan bişîne Sûriyeyê. Heşda Şabî hemû liv û tevgerên PKKyê yên li vê herêmê dişopîne û haya wan jê her tiştî heye, lêbelê xwe têkil nake."
- "Heşdî Şabî û PKK her du jî girêdayî dewleteke li herêmê ne"
Xelîl destnîşan kir ku hemû şer û pevçûnên di navbera Heşdî Şabî û PKKyê da "senaryo" ne û wiha domand: "Heşdî Şabî û PKK her du jî girêdayî dewleteke li herêmê ne. PKK li Şengalê tevlî Heşdî Şabiyê dijî berjewendiyên Herêma Kurdistana Iraqê tevdigere. Herdu rêxistin ewilî ji bo peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ku di mijara Şengalê da hatibû kirin nekeve rewacê hewl didin. PKK mehanî û xwarin û hemû pêwîstiyên xwe yên eskerî û yên din ên li Şengalê ji Heşdî Şabiyê hildide. PKKyê di çend salên dawîn da gelek ciwanên HKIyê revand û malbat nizanin çi hatiye serê zarokên wan. Di nav wan ciwanan da kesên li gorî daxwazên PKKê tevdigerin tevlî şer dikin û yên li dij derdikevin jî tên înfazkirin."
- "Em wisa difikirin ku PKK li herêmên çiyayî yên Şengalê tunelên 300-400 metreyî dikole"
Berpirsê Hêzên Êzdîxan Şeşo jî bi bîr xist ku PKK nikare ji deriyên sînor ên Pêşxabûr û Rabîayê derbas bibe lê gelek deverên din ên jê derbas dibe hene.
Şeşo ragihand ku heke alîkariya Heşdî Şabiyê nebe PKK nikare ji tu herêmekê derbas bibe û wiha domand: "PKKyê bi Heşdî Şabiyê ra li hev kiriye û rêyên ji Şengalê ber bi Sûriyeyê va diçin bi kar tîne. PKK ji sînorê di navbera Rabîa û Um el-Zîbanê da ku 150 kîlometreyî pêk tê awayek rihet derbas dibe û tu zehmetiyek jê ra çênabe. Ev sînor bi tevahî ji PKKê ra vekirî ne. Em wisa difikirin ku PKK bi pesendkirina Heşdî Şabiyê hemû tunelan dikole. Li gorî me PKK li herêmên çiyayî yên Şengalê tunelên 300-400 metreyî dikole."