Mustafa Deveci
05 Tebax 2021•Rojanekirin: 06 Tebax 2021
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 3 xaniyên hê dihatin avakirin hilweşandin û midaxeleyî kesên bertek nîşanî hilweşandinê didan kirin, welatiyekî Filistînê binçav kirin.
Li gor xebera WAFAya ajansa fermî ya Filistînê hêzên Îsraîlê bi makîneyên kar va avêtin ser Saîra herêma El Xelîla bajaroka Şerîeya Rojava.
Hat ragihandin ku 3 xaniyên malbata Caradatê yên hê dihatin avakirin hatin hilweşandin.
Wekî hinceta hilweşandina xaniyan jî hat gotin ku xanî li "Herêma Cyê" hatine avakirin û bêrûsqet in.
Wekî mayîn çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên Îsraîlê bi bombeya dengê va midaxeleyî kesên bertek nîşan didan kirin û welatiyekî Filistînê binçav kirin.