Ekrem Payan
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Şirnexê tankêra sotemeniyê welgeriya û ajokarê wê xedar birîndar bû.
Tankêra sotemenî barkirî ya plaqe 33 AYR 360 ya C.G. (49) diajot, li bajaroka Kasrîkê li tanga Resorê ji kontrolê derket û welgeriya.
Di qezayê da ajokar di qabînê da asê ma.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, AFAD, cendirme û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
C.Gyê bi destê ekîban ji qabîna tankêrê hat derxistin, ji hêla ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat veguhestin.
Diyar bû, rewşa tenduristiya C.G. giran e.