Türkan Tosun
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo got: "Heke gelê Îranê rêyeke ku tevgera welatê xwe ya ku wiha tevdigere ji holê rake bibîne, ez wisa bawer im ku ewê wê rêyê hilbijêrin."
Pompeo li Wezareta Karên Derva civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.
Pompeo got şertên ji 12 madeyan pêk tê yên ku Amerîka ji Îranê dixwaze ne wisa şertên nemumkin in ku bên cih û wiha axivî: "Min hin nûçe dîtin ku dibêjin ne mumkin e ku ev şertên me bên cih. Me şertên hêsan xwest. Gelek welatên li cîhanê bi van re têkildar e."
Wezîr Pompeo îdia kir gelê Îranê jî van daxwazan dipejirîne û wiha dewam kir: "Heke gelê Îranê rêyeke ku tevgera welatê xwe ya ku wiha tevdigere ji holê rake bibîne, ez wisa bawer im ku ewê wê rêyê hilbijêrin."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo bangî Îranê kiribû ku bila dev ji çêkirina çekên kîmyayî berde û piştgiriyê nede komên terorîst.
Pompeo gotibû divê bi Îranê re peymaneke nû bê çêkirin û di vê peymana nû de 12 şert bên cih.
Amerîkayê ev 12 şert pêşkeşî Îranê kiribû. Di nav van şertan de tê gotin divê Îran dev ji çêkirina uranyumê berde, li Sûriyeyê piştgiriyê nede komên terorîst.
Amerîka dibêje heke Îran guh nede van şertan ewê li hember Îranê mueyîdeyên gelek tund bike.