Fatih Gazioğlu
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
QUDIS
Anatoly Vîktorovê Balyozê Telavîvê yê Rûsyayê got ku ew nikarin hêzên Îranê yên li Sûriyeyê bi zorê ji wir bidin derxistin.
Vîktorovê daxuyaniyek da kanala 10ê ya Îsraîlê û wiha got: "Rêveberiya Moskovayê bi Îrane re ji bo vekişina hêzên wan yên li Sûriyeyê dikare biaxive, lê nikare bi zorê vê biryarê bi wan bide dayîn."
Vîktorov li ser hevdîtina Bînyamin Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ya bi Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê re kiribû jî wiha axivî: "Rûsya di peymanên li ser Sûriyeyê tên îmzekirin de wê li gorî ewlehî û menfeatên Îsraîlê hereket bike."
Vîktorovê wiha dewam kir:"Rûsya di peymanên werin îmzekirin de dixwaze li Girên Golanê bi tenê eskerên Sûriyeyê cih bigirin. Li Girên Golanê yên dikevin aliyê Sûriyeyê em naxwazin hêzên Îranê û Hizbullahê hebin. Daxwaza Netenyahu ya bona derxistina hêzên Îranê ya ji axa Sûriyeyê ramaneke ji rastbîniyê dûr e. Em û Îran li wê derê ji bo paqijkirina terorîstan bi hev ra têkoşîneke baş didin."