Türkan Tosun
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
SOÇÎ
Li Soçiya bajarê Rûsyayê civîna garantoran a 10emîn a li ser Sûriyeyê hat lidarxistin.
Heyetên Tirkiye, Rûsya û Îranê beriya civînê hevdîtin kirin.
Garantoran di navbera rejim û muxalefetê da ji bo zêdekirina tevdîrên pêbaweriyê biryar dan ku ji kesên girtî jê hinek bên berdan.
Li gor agahiya kesên beşdarî civînê bûne, di civîna çaremîn a Koma Xebatê ya Girtiyan a ku di çarçoveya peymanên Astanayê de hatibû avakirin de Tirkiye, Rûsya û Îranê li ser "projeya pîlot" li hev kir.
Aliyan li hev kirin ku hin girtiyên di destê rejim û muxalefetê da ne bên berdan.
Di çarçoveya zêdekirina tevdîrên pêbaweriyê de girtî wê pev bên guhartin û berdan. Lê der barê hejmara kesên ku wê bên berdan û wê ji ku bên berdan de hê biryar nehat dayîn.
Ji hêla din civîna sereke wê îro çêbibe. Beriya vê civînê welatên garantor li hev civiyan û hevdîtina xwe kirin.
Rojeva hevdîtinan ji rewşa dawîn a li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê, vegera penaberan, berdana kesên girtî û xebatên komîteya qanûna bingehîn pêk tê.
Civînên îro wê di saet 10.00an de dest pê bikin. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Staffan de Mîstura wê bi sê welatên garantor ra der barê Komîteya Qanûna Bingehîn de civîneke xeyrî fermî bike.
Civîna ku hemû alî beşdar dibin wê ber bi êvarê çêbibe.