24 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nîkî Haleya Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya DYAyê got fikara dikin ka gelo Îran berpirsyariyên peymana nukleerê bi cî tîne an nayne.
Haley ji bo ku berpirsyariyên Îranê yên ji ber peymanê pêk hatine binirxîne li Viyanêyê bi rayedarên Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî ra hat ba hev.
Piştî hevdîtinê ji Nûnertiya Dîamî ya NYyê ya DYAyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "DYA di nav fikaran da ye gelo Îran berpirsiyaryên peymana nukleerê bi cî tîne an nayne."
Haleyê got Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî dibêje ku bira li Îranê hemû tesîsên jê dikevin şikê ji bo kontrolê bên vekirin.