Abdullah Tel
04 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2020
Serokatiya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku aloziyên li Iraqê heke dewam bikin îhtimal heye rêxistinên terorê yên mîna DEAŞê wê ji nû va xurt bibin.
Serokatiya HKIyê duh ji bo Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis ê ku di êrîşa Amerîkayê da hatin kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin hesabên welatên din ên li ser axa Iraqê û gavên ji bo ew yek biçin serî li welêt tên avêtin nayên qebûlkirin. Hat gotin ku di salên dawîn da ji ber binpêkirina serdestiya Iraqê, rêxistinên terorê yên wek DEAŞê derketin û piştî bibîrxistina kuştina Silêmanî û Muhendis jî hat îdiakirin ku ew di têkoşîna dijî DEAŞê da xwedî roleke girîng bûn.
- "Iraq divê nebe meydana xirecirê ya welatên din"
Daxuyanî wiha dewam kir: "Hemû alî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe divê serî li aştî û guftûgoyê bidin, em dixwazin ku bila li hemberî serdestiya Iraqê rêz bê nîşandan. Heke ev tevlihevî û aloziya li Iraqê dewam bike wê him herêmê û him jî Iraqê ber bi pêşerojeke nediyar va bibe û ji bo xurtbûna rêxistinên terorê yên wek DEAŞê jî bibe fersend."