Abdullah Tel
04 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2020
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji bo Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendisê ku di êrîşa Amerîkayê ya li texma Balafirgeha Bexdayê da hatin kuştin, merasima cinaze hat kirin.
Merasim li Cadiriyeya navenda Bexdayê hat kirin û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, rayedarên hikûmetê, fermandarên Heşdî ŞEbiya hêza milîs a Şiî û bi sedan sivîl beşdar bûn.
Di merasima cinazeyan da drûşmeyên wek "Ji Amerîkayê ra na", "Ji Îsraîlê ra na" û "Şeytanê herî mezin Amerîka" hatin berzkirin.

Cinazeyên Silêamnî û Muhendis wê bibin Kerbelayê û paşê jî cinazeyê Muhendis wê li bajarê Necefê bê veşartin.
Ji ber kuştina Silêmanî û Muhendis li welêt 3 roj wek şîna neteweyî hat îlankirin û di şûna Silêmanî da alîkarê wî Mîrlîwa Îsmaîl Qaanî hat wezîfedarkirin.