Haydar Şahin
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê teyareyên şer ji hewayê êrîşî wargehên sivîlan kirin, di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (kumsipî) sitandin, îro ber destê sibê ji hewayê êrîşî wargeha sivîlan a li Xan Şêxuna li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" kirin.
Di êrîşê da ji heman malbatê 7 kes hatin kuştin.
Ekîbên Parastina Sivîlan piştî bûyerê derbasî herêmê bûn, kesên di binê enqazê da xilas kirin û rakirin nexweşxaneyê.
Mala Çavdêriya Teyareyan a mixalifan li ser medyaya civakî gotin, "Êrîş bi teyareyên şer ên Ûrisan yên ku ji Baregeha Himeymîmê rabûn hat kirin."
Wekî mayîn Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di rapora meha borî weşand da diyar kiribû ku hêzên rejima Esed ji 17ê îlona 2018an a mitebeqata Soçiyê îmze kirin hetanî 24ê berfanbarê bi êrîşên hewayê li Îdlibê 6ê wan jin, 22yê wan zarok bi tevahî 45 sivîl kuştin.
Êrîşên rejimê hê dewam dikin ligel vê mixalifên eskerî di çarçoveya mitebeqatê da di 10ê cotmehê da sîlahên giran ji herêmê vekişandibûn.