Haydar Şahin
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
ANKARA
Li Îdlib, Heleb û Hemaya bajarên Sûriyeyê di navbera mixalifên eskerî û komên çekdar da yên li dijî rejima Beşar Esed pevçûnên mezin derdikevin, meclisa herêmî bangî aliyan kir ku bira korîdora mirovahî vekin.
Li rojavayê Helebê ji roja yekşemê vir da di navbera Tevgera Nureddîn Zengî ya parçeyekî Eniya Azadkirina Neteweyî (EAN) ya bi Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ra tev digere û Heyet Tehrîr Şama koma çekdar da pevçûn dewam dikin.
Di pevçûnên li Îdlibê, bakurê Hemayê û rojavayê Helebê da hetanî nika 12 sivîl hatin kuştin, ji 40î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Piştî pevçûnan Heyet Tehrîr Şamê Çiyayê Bereketê û gundên Bsartun, Habta, Sadiye, Fîdre, Tîkad û Kefer Nahaya li nêzî Daret Îzzeya navçeya li rojavayê Helebê ji Tevgera Nureddîn Zengî sitand.
Ji ber ku pevçûn mezin bûn EANê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê xwe biparêzin, Heyet Tehrîr Şamê jî got ku EAN û AAS di hedefa wan da nînin, hedefa wan a esil Tevgera Nureddîn Zengî ye.
Piştî daxuyaniya EANê tevgerên wekî Ehraruş Şama Tevgera Îslamî, Feylaquş Şam û Sukuruş Şamê jî li dijî Heyet Tehrîr Şamê şer dan destpêkirin.
Li ser vê pevçûn li Cebel Zawiyeya herêma li başûrê Îdlibê, Atmeya li bakurê Îdlibê û qadên kampan, Cebel Şahişboya herêma li bakurê Helebê belav bûn.
Di pevçûnên li Cebel Şahişboyê da 5 gundên ketibûn destê Heyet Tehrîr Şamê bi destê EANê paşda hatin hildan.
Vê gavê pevçûnên li herêmê hê dewam dikin.
- Fikara kirîza mirovahiyê
Ji ber ku sivîlan di pevçûnan da zirar dît 8 meclisên herêmî yên sivîl daxuyaniya hevpar dan.
Di daxuyaniya li ser medyaya civakî hat dayîn da hat ragihandin ku rêyên li rojavayê Heleba li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê cî digre ji ber pevçûnan hat girtin, têkiliya bajarok û gundan hat birîn.
Meclisên herêmî ji bo sivîl di tengasiyê da nemînin bangî komên çekdar kirin ku bira destûrê bidin da ku "korîdora însanî" were vekirin.