Haydar Şahin
29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2017
SANA
Hat ragihandin ku ji ber nexweşiya kolerayê ya li Yêmenê, ji destpêkê hetanî îro hezar û 992 kes mirin.
Di rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî da hat diyarkirin ku ji 27 nîsanê ya ku nexweşî derketibû vir da 419 hezar û 804 kes bi vê nexweşiyê ketin û ji wan hezar û 992 kes mirin.
Rêxistinê di raporê da destnîşan kir ku herî zêde li Hace, Hudeyde, Îbb û Taîzê meriv ji ber vê nexweşiyê mirin, ji do vir da 3 kes mirin û ev jî nîşan dide ku rêjeya mirina ji ber vê nexweşiyê kêm dibe.
Hat ragihandin ku hetanî vê gavê 405 hezar û 706 kes ji vê nexweşiyê xilas bûn.
Li Yêmenê ji 2 salan zêdetir e ku pevçûn dewam dikin, ji ber pevçûnan 3 milyon kes ji cî û warên bûn, kesên ku bûn penaber nikarin ava temîz bibînin û sergoyên wan nayên berhevkirin ji ber vê rîska belavbûna nexweşiyê zêde dibe.