30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
KERKÛK
Eniya Tirkmenên Iraqê diyar kir ku dê tu xêra referandûma tê payîn ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 25ê îlonê de bê kirin "ji kesî re tunebe."
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê û Parlementerê Kerkûkê Erşet Salihî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û referandûma ku HKI plan dike destnîşan kir. Salihî nirxandina "Dê tu xêra referandûma tê payîn ku li HKIyê bê kirin a ku li herêm û welêt bertek tê nîşandan ji kesî re tunebe . Ev referandûm bi her cure azîneyên xwe ve dê welêt bixe nav kaoseke nû."
Salihî bal kişand ku li herêma Kerkûkê ya ku di navbera Bexda û Hewlêrê de sedema nelihevkirinê ye tirkmen, kurd, ereb û siryanî bi hev re dijîn û got ku "Dahatûya Kerkûkê tenê û tenê bi biryarê Parlementoya Federal a Iraqê ve tê diyarkirin."
- "Herî zêde dê kurd ji referandûmê zirar bibînin"
Salihî got texmîn dike ku niyedeke wekî ku Kerkûkê bixe nav referandûma li HKIyê dê tesîreke neyinî li ser welêt û herêmê bike û destnîşan kir ku "Beriya ku ji DEAŞa rêxistina terorê tam xilas bibin li welêt qeyranên nû tînin û ev yek ji mantiqê dûr e."
Salihî wiha axivî:
"Ev deh sal in ku welêt bi tu awayî ji kaos, teror, pevçûn û pirsgirêkan xilas nabe û ev referandûm dê lez bide parçebûna welêt û herî zêde dê kurd ji vê referandûmê zirar bibînin. Kurdan bi hilweşîna desthilatdariya Seddam muktesebatên gelekî baş bi dest xistin û bi vê pêngava referandûmê dê di warê siyasî, aborî û neteweyî de ji destê kurdan tişt derkevin."