ŞANLIURFA
Komek penaberên sûrî yên ku piştî şer li Akçekaleya Şanliurfayê dijiyan vegeriyan Sûriyeyê.
Ji penaberên sûrî 200 kes li ber Deriyê Gumrukê ya Akçakaleyê kom bûn û destûr ji rayedaran xwestin ku vegerin welatê xwe.
Rayedaran kar û barên wan ên fermî qedand û destûr da penaberan ku ew derbasî aliyê din ê sînor bibin. Penaberên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn derbasî welatê xwe bûn.
Ji hêla din hêzên ewlekariyê li ber deriyê sînor û der û dorê tevdîrên ewlehiyê dibinîn.
Deriyê Gumrukê ya Akçakaleyê dema ku li herêma Tel Abyadê pevçûn zêde bibûn ji ber ewlekariyê di 6ê çileya paşîn a 2014an de hatibû girtin.