HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî hêzên pêşmergeyan ên ku li başûr û rojavayê Kerkûkê li hember DÎŞIya rêxistina terorê pêş ketin, pîroz kir.
Barzanî peyamek weşand û di peyamê de wiha got: "Serkeftinên ku hêzên pêşmergeyan li başûr û rojavayê Kerkûkê bi dest xistin, hemû gelê Kurdistanê kêfxweş kir. Terorîstan nekarin ku li hember hêzên pêşmergeyan li ber xwe bidin û rastî hezîmetê hatin. Ez pêşmergeyên qehreman û fermandaran ji ber vê serkeftina mezin pîroz dikim. Ez ji ber wêrekî û fedakariya we spasiya we dikim. Ez serkeftin bila li gelê Kurdistanê pîroz be."
Hêzên pêşmergeyan duh berdestê sibê bi piştgiriya balafirên şer ên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de li başûr û rojavayê Kerkûkê operasyonên berfireh biribûn li ser kozikên DÎŞIyê. Di encama pevçûnên mezin ên ku çekên giran jî hatin bikaranîn de gundên Mele Ebdûllah, Sîmaylawaya Mezin, Sîmaylawaya Biçûk û Gundê Sahreyê û Rêzeçiyaya Xaraberûtê hatibû xilaskirin. Hatibû îdiakirin ku di êrîşê de 150 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.