Haydar Şahin
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Hat ragihandin ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ew ê di 30yê cotmehê da li Cenewreya bajarê Swîsreyê kom bibe.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî (NY) sitand, Komîteya Qanûna Bingehîn ew ê di 30yê cotmehê da li Cenewreyê kom bibe.
Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê di 23yê îlonê da diyar kiribû ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê hat avakirin, bi aliyan ra diaxivin û ew ê komîteyê kom bikin.