Ahmet Aydın
27 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Rojnameya Avvenirê ya ku li Îtalyayê tê ewşandin nivîsand ku dayikên Diyarbekirî piştî otosansur û tirsa ku bi salane berdewam e, ji bo îfşakirina PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz daketine meydanan.
Di nûçeyeke îro ya rojnameya Avvenirê de ku bi nêzîkayiya wê bi Dêra Katolîk tê nasîn, hat ragihandin ku dayikên Diyarbekirî li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiyê li dar dixin.
Di nûçeyê de îfadeya "Dayikên Kurd piştî otosansur û tirsa ku bi salane berdewam e, ji bo îfşakirina PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz daketine meydanan" hat bikaranîn. Herwiha nivîsî ku ciwanên rewal dibin kampên perwerdeyê û ji bo beşdarî refên PKKê bibin bi zext ji malbatên wan tên sitendin.
Di nûçeyê de hat ragihandin jî ku ev rewş bi salane li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê berdewam e.
Rojnameyê di nûçeyê de îdia jî kir ku hinek malbat "bi dilê xwe" zarokên xwe dişînin nava PKKê û malbatên ku dixwazin ji vê sepanê birevin jî ji ber tirsa ji rêxistinê nikarin bikin.
Di nûçeyê de wiha hat gotin, "Di encamê de yên ku vî tiştî cîbicî nekin dibe ku karê xwe ji dest bidin yaxud tiştine din bêne serê wan. Ev protesto di heman demê de li dijî HDPê ye ku di parlmentoyê de ye û herwiha bi hevkariya rêxistinê tê sucdarkirin."