Lejla Biogradlija
31 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2024
Li naverasta Bosna Hersekê nêzî bajarê Zenîcayê bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.
Li gor daneyên ku Navenda Sîsmolojiyê ya Behra Spî ya Ewropayê (EMSC) parve kirin, navenda erdhejê ji aliyê bakurê rojava va 10 kîlomêtre dûrî Zenîcaya bajarê Bosna Hersekê ye, li gor saeta herêmî di 21.43yan da bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.
Paytext Saraybosna di serî da erdhej li gelek bajarên welêt hat hîskirin.
Di medyaya welêt da hat gotin ku welatî dibêjin lerza erdhejê gelekî zêde bûye, lê tu xesar çênebûye.