Ferizat Kaya
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
PEKÎN
Hat ragihandin ku li Çînê di kaneke komirê da teqîna xazê çêbû, di encama teqînê da 4 kes mirin, 9 kes jî winda ne.
Li gor xebera Şînhuaya ajansa nûçeyan, li Pancou bajarê eyaleta Guicouyê di kana komirê ya bi navê Zimuciayê da teqîn çêbû.
Ekîbên tenduristiyê û yên lêgerîn û xilaskirinê sewqî ciyê qezayê kirin û li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.