Muhammet Kurşun
06 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
DEWHA
Qeterê ragihand ku daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê Ebdulletîf ez-Zeyanî ya li ser krîza dîplomatîk di navbera Siûdî-Kanadayê de helwesta wê nîşan nade.
Ji Wezareta Derveyî ya Qeterê berpirsekî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ew piştgiriyê nadin îfadeyên Zeyanî yên ku tam destekê dide Siûdiyê.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku li hemberî helwesta sekreterê giştî şaş û mat mane û têkiliyeke dehsalane ya saxlem di navbera Qeter-Kanadayê de heye.