Türkan Tosun
21 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji milyonek û 700 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusê mirin gihîşt milyonek û 700 hezar û 91 kesî, hejmara kesên bi vîrusê ketin jî gihîşt 77 milyon û 190 hezar û 949an.
Li Amerîkaya ku herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma ji ber 324 hezar û 869 kes mirin.
Piştî Amerîkayê li Brezîlyayê 186 hezar û 773 kes, li Hindistanê 145 hezar û 483 kes, li Meksîkayê 118 hezar û 202 kes, li Îtalyayê 68 hezar û 799 kes, li Îngiltereyê 67 hezar û 401 kes, li Fransayê 60 hezar û 549 kes, li Rûsyayê jî 50 hezar û 858 kes, li Îranê 53 hezar û 625 kes, li Îspanyayê 48 hezar û 926 kes û li Arjantînê jî 41 hezar û 813 kes ji ber vîrusê mirin.
Kovîd-19 cara ewil di Çileya Paşîn a 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derketibû holê û ji 200î zêdetir welat û herêman belav bû.
54 milyon û 106 hezar û 930 kesên bi vîrusê ketin jî baş bûn.