Önder Beyter
21 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2020
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 191 zêde bû û derket 53 hezar û 816an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 191 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 6 hezar û 151 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 53 hezar û 816an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 164 hezar û 535an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 519an giran e û heta niha 894 hezar û 366 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 7 milyon û 97 hezar û 556 jî test hatin kirin.