Sümeyye Dilara Dinçer
02 Nîsan 2021•Rojanekirin: 06 Nîsan 2021
Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin û paşê baş bûn ji 105 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike li ser rûyê dinyayê her sê welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde ne di heman demê da welatên sereke yên pakbûyinê ne jî.
Li çar aliyê dinyayê heta niha 105 milyon û 4 hezar û 227 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn, baş bûn.
Li Amerîkayê 23 milyon û 754 hezar, li Hindistanê 11 milyon û 525 hezar û li Brezîlyayê jî 11 milyon û 239 hezar û 99 kes ji Kovîd-19ê xilas bûn.
Li Tirkiyeyê jî ji kesên bi Kovîd-19ê ketin 3 milyon û 35 hezar û 43 kes baş bûn.
Li seranserê dinyayê jî niha tedawiya 22 milyon û 478 hezar û 623 kesên bi Kovîd-19ê ketine, dewam dike.
Nexweşiya Kovîd-19ê di meha Berfanbara sala 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket meydanê û wek şewb li çar aliyê dinyayê belav bû.
Şewba Kovîd-19ê ji roja ku derket û heta îro li çar aliyê dinyayê bi 130 milyon û 325 hezar û 618 kesan geriya û bû sedema mirina 2 milyon û 842 hezar û 768 kesan.