Mohamad Misto,Ethem Emre Özcan
02 Nîsan 2021•Rojanekirin: 03 Nîsan 2021
YPG/PKKya rêxistina terorê li bajarê Hesekeya bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku dagir kiriye meha borî piranî jê Ereb 2 hezar û 700 ciwan derdest kir û bi darê zorê çek da destê wan.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan YPG/PKK li bajarê Hesekeya dagir kiriye bi darê zorê çekan dide destê ciwanan û vê yekê didomîne.
Terorîstên YPG/PKKyî di meha adarê da li seranserê bajêr bi ser deverên kontrolê û malan da girtin û ciwanên emrê wan di navbera 21 û 34 salan da ji bo çekhildinê, derdest kirin.
Ciwanên piraniya wan Ereb in li herêma Panorama navenda bajarê Hesekê ku qaşo navenda rêxistinê ye qasî hefteyekê ye tên girtin.
Terorîst paşê wan ciwanên ku dîl girtine dibin qaşo qampên perwerdehiyê yên li Hesekê.
YPG/PKK li Sûriyeyê ji kesên direvîne û yan jî derdest kiriye ra propagandaya rêxistina terorê dike. Bikaranîna çekan hînî wan dike û ji bo nerevin jî gefan li wan dixwe.
Terorîstan di meha rêbendanê da li bajarê Hesekê gule berî komek ciwanên dijî pergala bi darê zorê çek hildan a rêxistinê derdiketin, dan û ciwanek birîndar bûbû.
Rêxistin li Reqa û Dêrazorê ya dagir kiriye jî heman sepandinê birêva dibe. Rêxistina terorê di meha rêbendanê da ji 150yî zêdetir ciwan derdest kiribû û bi darê zorê çek dabû destê wan.
- Rêxistin li pey mamosteyan e
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku binpêkirinên mafên sivîlan îspat dike û di rapora 18ê Sibatê bi nûçegihanê AAyê ra parve kir da ragihand ku rêxistinê di meha rêbendan û sibatê da herî kêm 61 mamoste dîl girtine.
Di raporê da hat gotin ku rêxistina terorê li herêmên dagir kiriye nêzî 50 mamosteyên naxwazin tevlî wan bibin dişopîne.