Türkan Tosun
16 Îlon 2020•Rojanekirin: 16 Îlon 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeyê ya li ser eyaleta Çînê derket û belav bû ketin ji 29 milyon û 753 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 939 hezar û 674 kes ji ber şewbê mirin.
Hejmara pêketiyan derket 29 milyon û 753 hezar û 123yan, 21 milyon û 557 hezar û 137 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.
Li dinyayê 7 milyon û 256 hezar û 137 kesên bi vîrusê ketine jî hê tên tedawîkirin.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 788 hezar û 147an û ji ber şewbê heta niha 200 hezar û 197 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 250 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in: "Hindistan (5 milyon û 25 hezar û 43), Brezîlya (4 milyon û 384 hezar û 299), Rûsya (milyonek û 79 hezar û 519), Peru (738 hezar û 20), Kolombiya (728 hezar û 590), Meksîka (676 hezar û 487), Afrîkaya Başûr (651 hezar û 521), Îspanya (603 hezar û 167), Arjantîn (577 hezar û 338), Şilî (437 hezar û 983), Îran (407 hezar û 353), Fransa (395 hezar û 104), Îngiltere (374 hezar û 228), Bangladeş (341 hezar û 56), Erebistana Siûdî (326 hezar û 930), Pakistan (303 hezar û 89), Iraq (298 hezar û 702), Tirkiye (294 hezar û 620), Îtalya (289 hezar û 990), Filipîn (272 hezar û 934) û Almanya (264 hezar û 844). "
Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne: "Brezîlya (133 hezar û 207), Hindistan (82 hezar û 124), Meksîka (71 hezar û 678), Îngiltere (41 hezar û 664), Îtalya (35 bin 633), Fransa (30 hezar û 999), Peru (30 hezar û 927), Îspanya (30 hezar û 4), Îran (23 hezar û 453), Kolombiya (23 hezar û 288), Rûsya (18 hezar û917), Afrikaya Başûr (15 hezar 641), Şilî (12 hezar û 40), Arjantîn (11 hezar û 852) û Ekvador (10 hezar û 963).