İbrahim Atmaca
16 Îlon 2020•Rojanekirin: 16 Îlon 2020
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 179 zêde bû û derket 23 hezar û 632yan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 179 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 981 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 23 hezar û 632yan, jimara pêketiyan jî derket 410 hezar û 334an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 827an giran e û heta niha 352 hezar û 19 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 641 hezar û 581 test hatine kirin.
Berdevk Lariyê diyar kir ku Tehran, Mazenderan, Gilan, Qum, Îsfehan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojhilat, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zîncan û Qazvîn wek "herêmên sor" in, Azerbeycana Rojava, Elburz, Fars, Loristan, Hurmuzgan, Erdebîl, Bûşehr, Kîrmanşah, Kohgilûye-Bûyer Ehmed, Xoresana Başûr, Merkezî, Îlam, Çaharmahal-Bextiyarî, Gulistan û Xûzistan jî di nav "herêmên birîsk" da cih digrin.