Ahmet Aydın
19 Nîsan 2020•Rojanekirin: 20 Nîsan 2020
Li DYAyê hejmara miriyên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 9 zêde bû gihişt 39 hezar û 95an.
DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara miriyan roj bi roj lê zêde dibe.
Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkinsê parve kirin, hejmara pêketiyan gihişt 742hezar û 442an, hejmara yên canê xwe ji dest dan jî gihişt 40 hezar û 585an.
Bi dû DYAyê bi 195 hezar û 944 pêketiyan Îspanya, bi 175 hezar û 925 pêktiyan Îtalya û bi 152 hezar û 978 pêketiyan Fransa tê.
- Li DYAyê navenda şewbê New York e
Li DYAyê piraniya pêketiyên Kovîd-19ê û mirinên ji ber wê li New Yorkê hatin tomarkirin. Herwiha lû dû New Yorkê eyaletên weke New Jersey û Massachusetts tê.