Kaan Bozdoğan
29 Mijdar 2026•Rojanekirin: 29 Mijdar 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi ekîba Weqfa Jin û Demokrasiyê (KADEM) ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan beşdarî bernameya KADEMê ya ji bo rêveber û xebatkaran hat lidarxistin bû.
Erdogan bi endamên Lijneya Rêveberiyê ya KADEMê ra axivî û derbarê xebatên weqfê da agahî hilda.
Serokomar Erdogan bangî kesên ku beşdarî bernameyê bûne kir û ligel endamên lijneya rêvebiriyê û karmendên weqfê wêneyan kişand.
Di peyameke li ser hesabê medyaya civakî ya weqfê hat parvekirin da behsa vê hevdîtinê hat kirin û wiha hat gotin: "Me şanaziya xwe li heman maseyê parve kir. Me şahiya Civîna Navneteweyî ya Jin û Edaletê ya 7emîn û xelata nuwazebûnê ya EFQMê ya ku me bi 6 stêrkan va bi dest xistiye di bernameyeke taybet da, bi malbata xwe ya KADEMê va parve kir."
Hat gotin ji ber beşdariya vê bernameyê ew spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û ji ber lidarxistina vê bernameya taybet spasiya Seroka Heyeta Mutevellî ya KADEMê Sumeyye Bayraktarê dikin.
Hat destnîşankirin ku bi keda xwe, fikr û ramana xwe, bi dil û canbûna xwe va para her kesî di vê şanaziyê da heye û ew spasiya her kesî dikin û serkeftinên zêdetir hêvî dikin.
Seroka Lijneya Rêveberiyê ya KADEMê Canan Sariyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî behsa Belgeya 6 Stêrk a EFQMyê ya ku wan di Merasima Xelatên Nuwazebûnê ya Tirkiyeyê ya 2026an da hildane kir û got Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî bernameya KADEMê bûye.
Sariyê got ew careke din spasiya ekîba xwe dike ku ew di hemû pêvajoyan da bi fedakariyeke mezin xebitîne.