22 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
EFRÎN
Li herêma Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji rêxistina terorê PYD/PKKyê hat paqijkirin, dibistanên ku terorîstan zirar dabûnê, bi alîkariya Tirkiyeyê va tên temîrkirin û herwiha ji bo perwerde-hîndekariyê tên amadekirin.
Li herêma Efrînê ya Sûriyeyê ya ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê a Artêşa Tirkiyeyê da ji rêxistina terorê hat paqijkirin, jiyan berebere asayî dibe. Herwiha alîkariyên mirovî yên ji bo Efrînê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê da xebatên dabînkirina kêmasiyên xelkê herêmê dewam dikin û ji aliyekî va jî dibistanên ku terorîstan zirar danê, tên temîrkirin.
Şaredariya Keçîorenê ya ku berê alîkariya xebatên li herêma Mertalê Feratê ên di warê perwerde-hîndekariyê da kiribû, vê carê ji bo ku zarokên herêma Efrînê ji perwerde û hîndekariyê nemînin û ji siberojê ra xwe baş amade bikin, 6 dibistan temîr kirin.
Baxçeyên dibistanan hatin temîrkirin, boyaxa dîwara hat nûkirin, alavên wekî mase û kursî hatin bîterkirin û herwiha ekîban pêwîstiyên xwendekaran ên cilûberg û qirtasiyeyê anîn cih.
Şaredariya Keçîorenê wer plan dike ku alîkariyê bide temîrkirina dibistanên li deverên din ên ku ji terorê hatin safîkirin.
- Ekîba nûjenkirinê ku ji 50 kesî pêk tê
Alîkarê Şaredarê Keçîorenê Tekîn Başer di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku ew piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê hatin herêmê û ji bo dabînkirin pêwîstiyên xelkê herêmê, dixebitin.
Başer bak kişand ser girîngiya perwerdeyê û diyar kir ku nûkirina her dibistanekê 10-15 rojan dikişîne û wiha dewam kir:
"Em xebata xwe bi ekîbeke ku ji 50 kesan pêk tê va dikin. Heya niha me 6 dibistan temîr kirin. Em dibistanan nû dikin, radixin û ji bo perwerdeyê amade dikin. Ligel vê yekê em alavên perwerdeyê, cilûberg û solan ji bo xwendekaran dabîn dikin. Xwedê ji wan razî be, em van karan bi alîkariya gelê Enqereyê va dikin. Hedefa me ew e ku em hemû dibistanên li Efrînê ji perwerdeyê ra amade bikin."
- Li ser kuçeyan dengê zarokan bilind dibe
Li hin dibistanên ku hatin nûkirin, perwerde-hîndekarî dewam dike. Herwiha li ser kuçeyan dengê zarokan bilind dibe.
Li gundê Îmarînê ku dibistana wê hat nûkirin û fealiyetên perwerdeyê dewam dikin, 400 xwendekar lê perwerdeyê dibînin. Midûrê dibistana gund Şaban Haskur diyar ku ew ligel 19 mamosteyan li vir dixebitin.