22 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
EFRÎN
Sivîlên ku dibêjin YPG/PKKya rêxistina terorê li Efrînê dixwast zarokan bi zorê tevlî xwe bike, bi zordarî pere kom dikir û destûr nedida ku navçeyê terk bikin, nika şa dibin ku navçe ji terorê hat paqijkirin û rojên xirab êdî derbas bûn.
Artêşa Tirkiyeyê ji bo li herêmê û hidûd ewlehî û îstiqrarê pêk bîne, PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê yên li herêma Efrînê berteref bike, gelê dost û bira ji zext û zilma endamên rêxistina terorê biparêze di 20ê rêbendana 2018an da Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û operasyon hê dewam dike.
Tirkiyeyê li herêmê xebatên alîkariyê da destpêkirin, di vê çarçoveyê da Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) û Hîva Sor a Tirkiyeyê û gelek saziyên alîkariya mirovahiyê tên Efrînê û dixebitin ku hewcedariyên sivîlan bibînin.
Gelê Efrînê yê ku hewl dide rêça terorê paqij bike, Hin welatiyan got ku rêxistina terorê bi taybetî dixwast ku zarokên qîzîn çekdar bike, ji wan pere kom dikir û destûr nedida ku navçeyê terk bikin.
Hemara Mitleqa 52 salî ya dayika 5 qîz û 3 kuran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku terorîstan miemeleyeka nebaş li wan dikir, ji ber zexta wan êdî bêzar bibûn.
Mitleqê destnîşan kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê gelê herêmê dida tirsandin, bi taybetî dixwast ku zarokên qîzîn çekdar bike, gel jî je ber vê di nav fikaran da bû.
Îbrahîm Uweydê 42 salî yê ji Efrînê jî got ku rêxistinê hewl da ku wî çekdar bike û ji ber helwesta zordarî ya rêxistinê gel ji wan hez nedikir.